Li Bruksel û Rennesê ji bo Roja Rojava çalakî hatin lidarxistin

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye û li bajarê Rennesê yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan ji bo Roja Rojava ya Cîhanê çalakî li dar xistin.

BRUKSEL

Li Brukselê çalakî li Place Vîctor Hortayê hate lidarxistin. Bi hezaran kes ji bo Rojava civiyan.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên YPG û YPJ’ê û pankartên ‘DAÎŞ û şirîkê wê AKP gelê Kurd qir dike”, “Em sûcên şer ên dewleta Tirk teşhîr bikin” hatin hildan.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, li ser navê ESP’ê Ziya Ûlûsoy û Serokê Federasyona Sûriyeyê Raman Ahmed di çalakiyê de axivîn.

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê jî Kurdistanî û dostên wan li ji Place de Colombîerê heta Qada Repûblîqûeyê meşiyan.

Di meşê de sloganên ‘Erdoganê qatil’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ hate berzkirin.