Li Brîtanya û Swêdê Kampanyaya Xwişk û Bira belav dibe

Kampanyaya Xwişk û Bira ya ku HDP’ê starta wê da, li Brîtanyayê di hefteyeykê de 200 malbat tevlî bûn û destek da. Li Soderhamn a Swêdê jî starta kampanyayê hate dayîn.

Kampanyaya Xwişk û Bira ya ji aliyê HDP’ê ji ber şewba vîrûsa Koronayaê ji bo piştevaniya bi malbatên hejar û kesên muhtac dabû destpêkirin li Ewropayê ji aliyê Heyva-Sor ve tê birêvebirin, li Brîtanyayê di nava hefteyekê de 200 kes tevlî bûn û piştevanî kirin.

ji bo kampanyaya ku ji aliyê Nûnertiya Heyva-Sor UK ve hatiye destpêkirin Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanya û hevparên wê zend û bend hildane.Komeleya Çanda Karkerên Koçber ên Nû (GÎK-DER) û Komeleya Kurecikan di serî de gelek beşan piştevanî dan kampanyayê, bang li endamên xwe kir ku tevlî kampanyayê bibin.

Xebatên kampanyayê li gel Galler a Nû, Skoçya, bajarên London, Brîghton, Hulk, Lîverpool û Exeter ên Îngilistanê dewam dike.

Heyva-Sor UK got: “Em gelek in bê dewlet in. Hêza me ya herî mezin gelê me ye û saziyên me ne.”

MERCÊN TEVLÎBÛNA KAMPANYAYÊ

Heyva-Sor UK bang li gelê Kurd û dostên wan ên li Îngiltereyê kir ku demildest tevlî Kampanyaya Xwişk û Bira bibin û ev got:

-Bi qasî sê mehan divê herî kêm ji bo malbata xwe 100 panûnd bişîne.

-Agahiyên Malbata Xwişk û Bira wê ji aliyê Heyva-Sor ve bê dayîn

-Malbata ku ji bo malbateke Xwişk û Bira alîkarî bike, ji bo gihandina raste rast a ji bo malbatê ji bo Heyva Sor bişîne ku bigihîn malbatê.”

Navnîşanên alîkarîkirina bi Kampanyaya Xwişk û Bira wiha ye:

Britanya

Kurdish Red Moon (Heyva Sor a Kurdistanê)

Fairfax Hall 11 Portland Gardens London N4 IHU

Tlf: 0044 7780 179787

E-mail: [email protected]

Registered Charity No: 10 93 741

Company No: 42 85 714

The Co-operative Bank

Bank Sort code: 089299

Bank Account No: 65863091

IBAN: GB55 CPBK 0892 9965 8630 91

BIC: CPBK GB22

http://heyvasoruk.org/

Li bajarê Soderhamn a Swêdê jî bi armanca piştevaniya bi gelê Kurd re Însyatîxwfa Soderhamn dest bi kampanyayê kir.

Însyatîfê bang li gelê navçeyê kir ku tevlî kaomapyaya ku Heyva Sor li Ewropayê daye destpêkirin bibin.

Însyatîfa Soderhamn a heta niha 900 Eûro kom kiriye, di gava yekem de wê ji bo 10 malbatên ku li Amedê hatine diyarkirin bi qasî rêjeyek 100 Eûro alîkariya madî bikin.