Li Braûnschweigê daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
Li bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn.
Li bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn.
Aktîvîstên însiyatîfa "Free Ocalan" li navenda bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê li qada Kohlmarktê standek danîn û daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Bi aliyekî kon ve pankarta bi nivîsa "Ji bo ciwanên şerker, têkoşîna rizgariyê navneteweyî dimîne" hate daliqandin.
Li erdê dîroka Kurdistanê bi awayekî kronolojîk bi wêne û belavokan hate vegotin.
Li binê konê standê jî pirtûkên Ocalan, broşur û belavok hatin danîn. li qada çalakiyê bi sedan belavok hatin belavkirin û li ser hevkariya dewleta Elman û dewleta Tirk raya giştî hate agahdarkirin.
Çalakgeran her wiha bal kişandin ser metirsiya li ser tenduristiya Ocalan û têkildarî tecrîda giran agahî dan.
Aktîvîstan daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Di dawiya çalakiyê de ji bo panela "Jinwar" a 27'ê Sibatê ya li Navenda Ciwanan (Jugendzentrum Muhle) banga tevlîbûnê hate kirin.