Li Borlange û Oldenbûrgê pêngav hate silavkirin

Li bajarê Borlange yê Swêdê û bajarê Oldenbûrgê yê Elmanyayê di çarçoveya pêngava KCK’ê ya bi navê ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye” çalakî hatin lidarxistin.

BORLANGE

Li bajarê Borlange yê Swêdê di çarçoveya pêngava KCK’ê ya bi navê ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye” meşek hate lidarxistin. Meş ji navenda bajêr heta Kupolen Galeriyê domiya. Li pêşiya Kûpolen Galeriyê jî mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navenda hemû xebatan de be.

OLDENBÛRG

Li bajarê Oldenbûrgê Elmanyayê jî çalakiyên Kurdan û dostên wan didome.

Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî îro çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakiya li pêşiya HBF’ê bi axaftinan domiya. Di axaftinan de hate diyarkirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, wê her dem çalakiyan li dar bixin.