Li Bordeaûxê meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî’
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bordeaûxê meş hat kirin û wiha hate gotin, “Em ê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin."
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bordeaûxê meş hat kirin û wiha hate gotin, “Em ê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin."
Li bajarê Bordeaûs ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat kirin.
Di meşê de ku li Place de Boûrsê hat lidarxistin, têkîldarî tecrîda Îmraliyê danezanên bi Fransî hatin belavkirin û li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk axaftin hatin kirin. Kurdistanî di tevahiya meşê de gotin, “Em ê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin.” Nêzî 2 saetan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Lîberte pour Ocalan” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin.