BI DÎMEN

Li Bonnê xwişk û birayên hev ên şehîd hatin bibîranîn

Endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya û birayê wê Nûrhak Çiya yên di dîrokên cuda de şehîd bûn ji hêla Kurdistaniyan ve li Bonnê hatin bîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Endama Fermandariya Eyaleta Gabar Bêrîtan Nûrhak Çiya (Sultan Dag) a ku di 23’ê Hezîrana 2024’an de li li herêma Mawa ya Gabarê şehîd bibû û birayê wê Nurhak Çiya (Halît Dag) di 14'ê Adara 2011'an de li Şirnexê şehîd bû, li bajarê Bonn ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Gelek Kurd beşdarî bîranîna ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DTKM) a Bonnê hate lidarxistin bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, li ser navê malbata şehîdan Dayika Rojîn axivî û mêvanan silav kir. Dayika Rojîn diyar kir ku her du xwişk û birayên şehîd di nava gerîlayan de mezin bûn û got: "Ez sersaxiyê ji Serok Apo û hevalên wî û gelê Kurdistanê re dixwazim."

Piştre siyasetmedar Nursel Aydogan, Dayika Aştiyê Asya Reşîd û hunermend Xelîl Xemgîn ên ku beşdarî bîranînê bûn, axaftin kirin.

Sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan Nurhak Çiya û birayê wê Nurhak Çiya hatibû amadekirin hate pêşandan. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.