Li Bilefeldê peymana li ser Şengalê hate protestokirin

Peymana li ser Şengalê ya di nava Hewlêr û Bexdayê de hati îmzekirin, li Bielefelda Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li ber gara trenê ya Bielefeldê bi tevlîbûna nêzî sed kesan mitîngek hate lidarxistin.
Ji Yekitiya Hêz a Demokratîk Îsmaîl Dost ê ku di mitînga protesto kirina peymana 9’ê Cotmehê di navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê de, li ser Şengalê hatin îmzekirin de axivî, diyar kir ku wê bi gelê Êzidî re piştevaniyê mezin bikin.
Hevserokê NAV-YEK’ê Hacî Çelîk diyar kir ku peymana mijara gotinê bêy tevlîbûna nûner û hêzên xweser şengalê betal e. Çelîk ê ku KDP bi tundî rexne kirî, teqez kir ku pêwîstî bi yektiya netewa demokratîk heye.
Çelîk bal kişand ku li pişta peymanê dewleta Tirk heye û bang li Yektiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kir ku bêdengiya xwe xilas bikin.
Li ser navê Komîna Şehîd Barîn a Bielefeldê Serhat Roj diyar kir ku bi hêrs û dînamîka ciwanan berxwedana Şengalê silav dikin û teqez kir ku wê piştevaniya meşrû kirina têkoşîna Yekineyên Xweparastina Şengalê bikin. Mitîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.