Li Bîelefeldê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê şehîd hatin bibîranîn.

Di çalakiyê de am Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden), Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl), Erdal (Engîn Sîncer), Gulistan Aksoy (Hêvî Gabar), Ronî Mûnzûr (Mahmût Laçîn), Mahsûm Korkmaz (Egîd), Delal Amed (Hulya Eroglû), Atakan Mahîr (Îbrahim Çoban) û Agit Garzan (Murat Kalko) hatin bibîranîn.

Malbatên şehîdan, endamên komeleyan, endamên rêxistinên ciwanan ên TEKO-Jin û Tevgera Ciwanên Şoreşger tevlî bibîranînê bûn.

Di bibîranînê de Hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer, xwişk û biraziyê Zekî Şengalî axivîn.

Piştî sînevîzyona li ser 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, belgefîlma li ser jiyana Zekî Şengalî hate temaşekirin.

Bibîranîn bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.