Li Bîelefeldê Engîn, Munzûr û Botan hatin bibîranîn

Di merasîma ya li bajarê Bîelefeldê ya Elmanyayê Kasim Engîn, Lecwan Munzûr û Çekdar Botan hatin bibîranîn.

Li bajarê Bîelefeldê ya Elmanyayê şehîd li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk hatin bibîranîn. Di merasîman de Endamê Rêveber a PKK Kasim Engîn ku 27’ê Hezîranê li Herêmên Parastina Medya di êrîşekî hewayî de şehîd bûbû û ji endamên ciwanan Lecwan Munzûr û Çekdar Botan ku 5’ê Hezîranê şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.

Di merasîma bîranînê ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Azad (JCA) hatibû lidarxistin de Hevberdevkên Meclîsa Bîelefeldê axivîn.

‘ÇARESERÎ, TOLHILDANEKE RÊXISTINKIRÎ Û FELSEFEYA RÊBER APO YE’

TCŞ û JCA bi rakirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, TCŞ û JCA’yê ketin nava salonê. Di axaftina li ser navê ciwanan hate kirin de mesaja “Xwedîderketina li mîrateya şehîdan, bi felsefeya Rêber Apo û ruhê tolhildaneke rêxistinkirî ve pêkan e” hate dayîn.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Kasim Engîn, Lecwan Munzûr û Çekdar Botan hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê Komîteya Şehîdan û siyasetmedaran mafê axaftinê girtin.

Nêzî 100 kes tevlî merasîmê bibûn. Merasîm bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.