Li Bîelefeldê Dener û Kinaci hatin bibîranîn
Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê Halîm Dener û Zeynep Kinaci hatin bibîranîn. Di çalakiyê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê Halîm Dener û Zeynep Kinaci hatin bibîranîn. Di çalakiyê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Li Bîelefeldê Halîm Denerê ku di sala 1994’an de ji aliyê polîsên Elman hatibû qetilkirin û Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ya ku di sala 1996’an de li dijî dewleta Tirk çalakiyeke fedaî kiribû, hatin bibîranîn.
Bi sedan kes li qada Kesselbrînkê hatin ba hev û bal kişandin ser faşîzma dewleta Tirk û bêdengiya welatên Ewropayê.
Çalakgeran li pêşiya buroya polîsan a ku Halîm Dener lê hatibû qetilkirin, alaya ERNK’ê vekirin.
Çalakî bi govend û sloganan bi dawî bû.