Li Bernê li dijî tecrîdê çalakiya bêîteatiya sivîl

Li bajarê Swîsre Bernê ciwan û jinên Kurdistanî ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Ocala û balkişandina li ser grevên birçîbûnê çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxistin.

Bi armanca balkişandina li ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bibirxistina berpisyariyên Rêxistina Efû ya Navnetewî li paytexta Swîsre Bernê çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya jin û ciwanên Kurd hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta wêneyên berxwedêrên grevê û nivîsa “Li dijî tecrîda li ser Ocalan di grevên birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne” hate hildan. Çalakger heta avahiya Rêxisitna Efû ya Navnetewî meşiyan û li pêşiya avahiyê çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxistin. Piştî çalakiya rûniştinê ya demkî heyetek bi nûnerên Rêxistina Efû yê re civiya.

Dosyaya ku têkildarî grevên birçîbûnê û tecrîdê radestî nûnerên Rêxisitina Efû yê hate kirin. Di daxuyaniya li ser navê Rêxistina Efû yê hatî kirin de hate gotin ku mijara tecrîd û grevên birçîbûnê ji nêz ve dişopînin.

Piştî hevdîtinê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşmeyan ber bi Bahnhofplatzê ve meşiyan. Çalakî li Bahnhofplaztê bi dawî bû.