Li Bernê li dijî tecrîdê stand hat danîn

Li paytexta Swîsre Bernê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand danîn.

Bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li stasyona trenê ya li paytexta Swîsre Bernê stand hat danîn. Di standê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi zimanê Elmanî, Îngilîzî û Fransî cih girtin.

Di standê de derdor agahdar kirin ku ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û destûra nayê dayîn ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.