Li Bernê berxwedêrên greva birçîbûnê hatin bibîranîn

Kurd û Tamîliyên li bajarê Bernê dijîn, şoreşgerên di berxwedanên greva birçîbûnê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Kurdistanî û Tamîliyên li Kantona Bernê ya Swîsreyê dijîn, ji bo bîranîna şoreşgerên di berxwedana greva birçîbûnê de şehîd bûne, merasîma bibîranînê li dar xistin. Gelek Kurdistanî û Tamîlî beşdarî merasîma bîranîna li Mala Olan ya li Europlatzê hat lidarxistin bûn. Li eywana bîranînê wêneyên Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek ên ku sala 1982’an li Girtîgeha Amedê di berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de şehîd bûn û şoreşgerên Tamîlan hatin daliqandin.

Merasîma bîranînê bi xwendina sirûdên neteweyî yên Kurd û Tamîlan dest pê kir. Li ber wêneyên şehîdan find hatin vêxistin û qurnefîl hatin danîn.

Di merasîmê de axaftinên bi zimanê Kurdî, Tamîlî û Elmanî hatin kirin.

Li ser navê Kurdan Serokê berê yê KESK'ê Lamî Ozgen axivî û diyar kir ku divê gelê Tamîl û Kurd berxwedana hev nas bikin û piştgiriyê bidin hev. Ozgen destnîşan kir ku ev 200 sal in Kurd li dijî çar dewletan berdêlên giran didin û qala berxwedana girtîgehan a ku li Bakurê Kurdistanê bi taybetî piştî darbeya 12’ê Îlonê pêş ket, kir.