Li Bernê 3 gerîlayên HPG’ê hatin bibîranîn

Gerîlayên HPG’ê Sîdar Amed, Devrîm Garzan (Bîlal Onat) ên di meha Hezîranê de li Avaşînê şehîd bûn û Çekdar Amed ê di sala 2018’an de li Amedê şehîd bû, li paytext Bernê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Ji bo gerîlayên HPG‘ê Sîdar Amed (Mazlûm Yilmaz) û Devrîm Garzan (Bîlal Onat) ên ku di 7'ê Hezîranê de li Avaşînê di dema şerê dagirkeriyê yê dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê de şehîd bibûn û Çekdar Amed (Serhat Coşkun) ê ku li Başûrê Kurdistanê di 1’ê Mijdara 2018’an şehîd bibû li bajarê Bern ê Swîsreyê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Xizmên şehîdan û gelek Kurdistanî beşdarî bîranîna ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê hate lidarxistin, bûn.

Beriya bîranînê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Pişt re Nûnerê KOMAW'ê Mustafa Karahan axaftinek kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Mustafa Karahan diyar kir ku ew hewl didin layiqî şehîdan bin û got: “Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd ê berxwedêr tune bike. Lê di rêya şehîdên me yên şoreşger de tiştekî wiha ne pêkan e. Tiştê herî bi qîmet ê mirovî jiyana wî ye. Di vê esasê de şehîdên me bi giyanê xwe Têkoşîna Azadiya Kurdistanê mezin dikin. Ev mînakek bêhempa ya jiyanê ye. Em hemû deyndarê têkoşîna wan in. Ez sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê û şoreşgerên Kurdistanê bi taybet Rêber Apo re dixwazim.“

DIVÊ EM PÊNGAVA AZADIYÊ MEZIN BIKIN

Karahan bal kişand bi ser pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" û got: "Pêwîst e her kes bi dil û can beşdarî kampanyaya azadiya Rêber Apo ya ku me di 10'ê Cotmehê de hatiye destpêkirin bibin. Em weke gele Kurd tu agahî ji rêberên xwe nastînin. Ev ne tenê tecrîda dewleta Tirk e. Di navbera dewletên Ewropayê de jî hevkariyek heye. Ji ber vê yekê di vê mijarê de ya ku divê em bikin ew e ku em xwe bigihînin qadên berfireh û daxwaza xwe ya azadiya Rêber Apo bigihînin her derê. Em encama vê yeke ancax dikarin bi têkoşînê bigirin.“

Karahan diyar kir ku li ser Kurdistanê planên mezin yên hêzên kapîtalîst hene, lê Tevgera Azadiya Kurdistanê jî li dijî van planan xwedî berxwedan û armancên xwe ye. Karahan wiha got: “Di vê xalê de her çiqas tecrîda li ser Rêber Apo girantir bibe û li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê sûcên şer pêk bîne jî têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bedelên ku dide her diçe mezin dibe û bi hêztir dibe. Azadî ji her demê bêhtir nêzî gelê Kurd e. Dewleta Tirk a ku ev 50 sal in dibêje ez ê Kurdan biqedînim, ketiye nava tengasiyeke mezin. Her kesên ku dihatin digotin ku ew ê biqedînin, lê yên ku ev gotin yek bi yek winda bûn. Ev hemû parçeyek şerê derûnî, şerê taybet e. Lê gelê Kurd li hemberî vê yekê serî natewîne û heta encamekê bigire dê têkoşîna xwe bidomîne.“

EM Ê LAYIQÎ DOZA WAN BIN

Hevalê têkoşer ê şehîd Sîdar Amed û birayê Çekdar Amed Argeş Amed jî axaftinek kir û şehîdên şoreşê bi bîr anî û got: “Em ê layiqî doza xwe bin. Birayê min Çekdar Amed her tim digot, ‘Ez ê bibim milîtanê Rêber Apo‘. Di dawiyê de bû milîtanê Rêber Apo û tevlî karwanê şehîdan bû. Tişta ku diya me dibêje ew zavayê Kurdistanê ye.“

Malbata Devrîm Garzan a li Elmanyayê dijîn, bi rêya peyamekê beşdarî bîranînê bûn. Bavê Devrîm Garzan hestên xwe wiha anî ziman: “Devrîm ne tenê kurê me ye, êdî kurê hemû Kurdistanê ye. Ji bo azadiya Kurdistanê, ji bo azadiya gelên ku qet rûyên wan nedîtibû, bi berdêla canê xwe şer kir û şehîd bû. Em ê hewl bidin layiqî rêya şehîdan bin. Em ji bo vê yekê soz didin. Ez ji gelê Kurd û Rêber Apo re sersaxiyê dixwazim.”

Bername piştî temaşekirina sînevîzyona têkoşîna şehîdan bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.