Li Berlînê polîtîkaya penaberan a hikumetê hate şermezarkirin
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye polîtîkaya penaberan a hikumetê û “tedbîrên” li hember koronavîrûsê hate şermezarkirin.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye polîtîkaya penaberan a hikumetê û “tedbîrên” li hember koronavîrûsê hate şermezarkirin.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, bi çalakiyekê hikumeta Elman, polîtîkaya penaberan a NY’yê û her wiha tedbîrên li hember koronavîrusê hate şermezarkirin.
Di saet 14:30’an de li Meydana Tor a Kottbuserê bi hatina gel hev komek 60 kesî, pankartên bi nivîsa, “Sînor û otêlan ji penaberan re vekin, li ser sinorê Tirkiye-Yewnanistanê bi hezaran kes di rewşeke xerab de ne” vekirin û rêya navendî li trafîkê girtin.
Çalakvanan polîtîkaya hikumetê ya koronavîrûsê jî rexne kirin û peyama “Ti tiştek ji gel pirs nekirin û ji bo feydeyên sermadaran biparêzin tevbîran digirin.”
Dirûşmeya “Girtina sînoran ne çareserî ye, sînor jî wekî koronavîrusê mirovan dikuje” berz kirin.
Koma antî-faşîst bi êrîşa polîsan belav bû û polîsan hin çalakvan destgîr kir.