Li Berlînê malbatan serdana çalakgerên grevê kirin

Li paytexta Elmanya Berlînê malbatên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne serdana çalakgeran kirin. Çalakgeran qala keyfxweşiya xwe û girîngiya piştgirîdayîna malbatê kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li peytexta Elmanya Berlînê ya Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Mele Mûstafa û Şiyar Xelîl didome. Hevserên Omer Bagdûr û Cemal Kobanê  serdana çalakgeran kirin.

Ferdên malbatê yên ji Kasselê hatin piştgiriya xwe anîn ziman.

Di serdanê de berxwedêr Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl jî amade bûn. Bagdûr û Kobanî li Kasselê dest bi grevê kiribûn û ev 3 hefteyên dawî ne li Berlînê çalakiyê didomînin.

Serdana malbatê di roja 81’an a berxwedana Bagdûr û Kobanê pêk hat.

Omer Bagdûr keyfxweşiya xwe ya ji bo erdana hevser û zarokên xwe anî ziman û got; “Gelek bi nirxe ku malbatên me li virin û piştgiriyê didin me. Piştevaniya wan a ji bo me di aliyê têkoşîna me de gelek girînge.”

Hevsera Bagdûr, Emîn Bagdûr jî wiha got; “Ez çalakiya wan silav dikim, niha di nava berxwedana herî pîroz ku hemû cîhan dibînin de ne.”

Hevsera Cemal Kobanî, Fatma Kobanî jî wiha got; “Ev 14 roj in em zewicîne. Bi 4 zarokên xwe re ji Kasselê em hatin. Em ji bo moral û piştgirîdayînê hatine vir. Em wan silav dikin û heta dawî li gel wan in. Bi teqez em ê serbikevin.”

Çalakger Cemal Kobanî jî wiha got; “Hatina hevser û zarokên me ji bo me moral e. Li vir bi hezaran malbatên min çêbûn. Li gel me ne û tu pirsgirêkekîme tune. Hemû jî ji bo me çavkaniya moralê ne. Bi vê coş û hêzê em ê serbikevin.”

Di serdanê de Şiyar Xelîl jî axivî û got; “Di rastiyê de em di pêvajoyekî gelek girîng de ne. Divê em baş li vê berxwedanê binêrin ku ev herdu hevalên me xwedî mal û zarok in. Di rewşekî wiha de malbat û zarok ne weke asteng tam diber veguherandine hêze. Dema em li çavên van zarokan dinêrin em hêzê digrin. Ji ber ku em ji bo ku ew pêşerojekî bi rûmet bikîn têdikoşin. Ji bo wan çi pêwîste be em ê bikin û soza wê didin.”

Mele Mûstafa Tûza ku 97 roj in di grevê de ye wiha got; “Ez jî bi rêzdarî hem hevalên me yên çalakger û hem malbatan bi rêzdarî silav dikim. Moral û hêza wan ya manewî gelek girîng e. Ji bo me jî serdana wan bû hêz.”