Li paytexta Elmanya Berlînê li dijî tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, bi pêşengiya NAV-Berlîn mitînga protestoyî hat lidarxistin.
Mitîng li pêşiya Brandenburger Tor hat lidarxistin û bi axaftina vekirinê destpê kir.
Di mitîngê de hat destnîşankirin ku 41 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha hate gotin: “Mafên Rêber Apo nabe bibe mijara bazarê. Dewleta Tirk divê demildest dev ji polîtîkaya xwe ya tecrîdê berde. CPT (Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropa) li dijî vê êşkenceyê bêdeng dimîne. Bi zelalî bersiv nade pirsan. Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê girîng e."
Di mitîngê de banga mezinkirina pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hat kirin.
Di mitîngê de îşaret bi êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hat kirin û xiyaneta malbata Barzanî hat şermezarkirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku azadiya Abdullah Ocalan û aştiya Kurdistanê bi piştevaniya kûrewî re pêkan dibe û hate diyarkirin ku divê her kes bibe şirîkê berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.
Di mitîngê de broşurên têkîldarî tecrîdê û êrîşên dagirkeriyê hatin belavkirin û bi dirûşmeya “Hoch die Internationale Solidarität" bi dawî bû.