Li Berlînê JXK û YXK’ê çalakî ji bo azadiya Ocalan lidar xist

Li Berlîna paytexta Elmanyayê aktîvîstên JXK û YXK’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya standê lidar xist.

Li Berlîna ku paytexta Elmanyayê ye aktîvîstên Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK) û Yekitiya Xwendekarên Kurdistan (YXK), ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek a standê lidar xist.


Ciwanan seat 15:00’an li Rathaûs Spandaûyê dest bi çalakiyê kir. Di çalakiya ku pirtûk û borûşorên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî danîn de, alên bi rengê kesk, sor, zer û posterên Ocalan hatin hilgirtin.
Heman demê aktîvîstan panoyek bi gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî amade kirin.
Aktîvîstên ku bi maketê hûcre amade kirîn, li derdora hûcreyê afîşên bi nivîsa “Em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dikin” daliqadin.
Di tevahiya çalakiyê de derbarê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û pêngava “Dem hatiye” belavok jî hatin xwendin û parvekirin. Li ser hev bi Elmanî dirûşmeyên “Bijî Ocalan” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aşitî” berz kirin.
Çalakiya stantê ya di çarçoveya pêngava “Ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê Re Na – Bi Hev Re Serhildan” de hatî lidarxistin, seat 17:00’an bi dawî bû.