Li Berlînê ji bo Rojava ciwanan çalakiyek kirin
Ciwanên Kurd ên li Berlînê dijîn, li navendeke ya kirin û firotinê ji bo Rojava çalakiyek kirin.
Ciwanên Kurd ên li Berlînê dijîn, li navendeke ya kirin û firotinê ji bo Rojava çalakiyek kirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad li paytexta Elmanya Berlînê di roja ‘Black Frîday) ango Îna Reş de ji bo Rojava çalakiye kirin.
Ciwanan di çarçoveya kampanyaya ‘Nehêlin’ li navenda kirin û firotinê ya Alexanderplatezê çalakiye kirin û bal kişand ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê. Ciwanan bi dirûşmên ‘Tankên Elmanya ji Kurdistanê derkevin’ bi Elmanî qîr kirin.
Her wiha gelek kesî jî bi kaxetan teyare çêkirin û firatandin bi vê piştevanî dan ciwanan.