Li Berlînê êrîşeke nijadperestî li penaberên Kurd hate kirin
Li paytexta Elmanya Berlînê, li hemberî penaberên Kurd ên li kampeke li Berlînê êrîşeke nijadperestî hate kirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, li hemberî penaberên Kurd ên li kampeke li Berlînê êrîşeke nijadperestî hate kirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, li hemberî penaberên Kurd ên li kampa Tegelê êrîşeke nijadperestî hate kirin.
Êrîş bi gotinên nijadperestî yên weke 'Kurdên kafir, em Kurdan naxwazin' hate kirin. Di bûyerê de 6 penaberên Kurd birîndar bûn. Ewlekarên Ereb ên kampê jî êrîşî penaberên Kurd kirin.
6 Kurdên birîndar li nexweşxaneyê hatin dermankirin û ji nexweşxaneyê derketin.
Bi sedan ciwanên Kurd li gel sermaya zêde neçar man ku bi şev li derveyî kampê bimînin. Serê sibehê 300 kes ku jin û zarok jî di nav de bûn li konekî cuda hatin bicihkirin. Malbatên Kurd ên li vê derê dorpêçkirî ne, bi fikar in.
Rayedarên kampê li ser êrîşa nijadperestî hîn daxuyanî nedane.