Li Berlînê êrîşa li Xanesor hate protestokirin
Li paytexta Elmaya Berlînê êrîşa dewleta Tirk a li ser Xanesorê ji aliye Meclîsa Jinan a Êzidî ve bi mîtîngekê hate protestokirin.
Li paytexta Elmaya Berlînê êrîşa dewleta Tirk a li ser Xanesorê ji aliye Meclîsa Jinan a Êzidî ve bi mîtîngekê hate protestokirin.
Çalaki saet 16:00’an li Qada Brandenbûrgen Tor ê bi tevlîbûna saziyên Kurdistanî destpê kir.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina şehîdên şoreşê destpê kir. Her wiha di mîtîngê de axaftinên li ser qetlîamên dewleta Tirk hate kirin. Di mîtîngê de pankart û dowîzên Elmanî hatin hildan. Mîtîng bi dirûşmên dewleta Tirk tehşîr dike bi dawî bû.