Li Berlînê çalakiya ji bo Şengalê
Li dijî gefên ku li Şengalê tên xwarin, li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.
Li dijî gefên ku li Şengalê tên xwarin, li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) bi dirûşma "Dem dema parastina xweseriya Şengalê ye" li Alexanderplatzê çalakî li dar xistin.
Di çalakiyê de piştî xwendina daxuyaniya KNK'ê ya li ser mijarê, siyasetmedarê Elman Dr. Nîck Braûns axivî.
Dr. Braûns diyar kir ku gefên li ser Şengalê hewldanek ji bo dagirkeriyê ye û got, "Şengal û Êzidî bi tenê nînin."
Dr. Braûns bal kişand ser rola PDK'ê û Tirkiyeyê ya di van êrişan de û destnîşan kir ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê rewa ne, Meclîsa Gel a Êzidî ya Şengalê bi taybetmendiya xwe ya xweser rewa ye.
Bi navê Nûnertiya PYD'ê ya li Berlînê jî Siliman Hajo axivî û diyar kir ku divê PDK beriya her tiştî gotina Kurdistan ji nava navê xwe derxîne.
Hajo bal kişand ser rola PDK'ê ya di nava plana dagirkirina Şengalê de û got, "Yên ku doh ji Şengalê reviyan gelo îro bi kîjan rûyî dibêjin wê Şengalê bi dest bixin?" Hajo destnîşan kir ku plana dagirkirinê ne tenê li ser Şengalê ye û got, "Bi rêya vê planê dixwazin ku ji Tuz Hurmatu heta sînorê Rojava Kurdistanê dagir bikin. Yên ku li Garê têk çûn hewl didin li Şengalê tolê hilînin."
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Garê”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Schluss mit der massacre in Kurdistan”, “Alle besetzar raus aus Kurdistan”, “Hoch die Internationale Solidaritat” û “Bi Hev Re Serhildan” hatin qîrîn.