Li Berlînê çalakiya ji bo Roja Rojava ya Cîhanê

Li Berlînê di meşa Roja Rojava ya Cîhanê de ji gelek neteweyan mirov li hev kom bûn. Çalakvan ber bi navenda giştî ya SPD'ê ve meşiyan û helwesta Elmanyayê ya li pêşberî êrîşa dagirkeriyê şermezar kirin.

Bi hezaran kes ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li paytexta Elmanya Berlînê, di saetên piştî nîvro li Alexdarplatz a navenda bajêr hatin cem hev. Di xwepêşandana ku bi dehan sazî û dezgeh piştgirî dabûnê de tevlêbûna girseya qerebalix a Elmanan bal kêşand.

Beriya meşê hevserokê NCKM’ê Nûjiyan Gûnay ji girseyê re axivî. Gunay ku diyar kir rexmî hemû derfetên ku di destê dewleta dagirker a Tirkiyê de hebû lê nekarî berxwedana YPG/YPJ bişkîne û got: “Em li Ewropa beşekî ji wê berxwedanê ne. Ji bo ku berxwedan mezin bibe divê li kolanan û di çalakiyan de bin. Mînak ez wekî jinekî Êzidî ezê heta dawiya emrê xwe deyndarê YPG/YPJ bim. Ji ber ku ewan ji bo mirovatiy şer kirin û şehîd bûn.”

Piştre bi tevlîbûna deh hezaran kesî meşekî girseyî pêkhat. Girseya ku li kolanên navenda bajêr dimeşiyan gihişte ber avahiya navenda giştî ya SPD’ê ku yek ji partiyên hukûmeta federal e.

Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Foza Yûsif jî axafitinek pêşkêşî girseyê kir. Yûsif di axaftina xwe de diyar kir ku ji piştewaniya ku Kurdistaniyên li Ewropa dijîn û gelên din dane berxwedana Rojava fêz digirin û wiha pêde çû: “Nikarin bihêzbûna Kurd daqurtînin, hewla pêkanîna tiştên ku nekarîn li Kobanê pêkbînin didin. Emê li wê derê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin û berxwedaniya xwe mezintir bikin. Emê gelê xwe biparêzin. Dewleta Tirk di êrîşên xwe de sînoran nas nake û çekên kîmyevî bikartîne.”

Parlementerê Partiya Çep a Eyaleta Berlînê Hakan Taş jî axivî û bal kêşand ku Rojava ti car bi tenê nîne û got: “Wekî Partiya Çep tiştê ku ji destê me bê em ê pêkbînin. Careke din cîhan dixwaze Kurdan bixapîne lê belê berxwedanwanên birûmet bi berxwedaniya xwe vê yekê vala derdixin. Me hemûyan zarokê ku bedenê vî şewitîbû dît, di rastiyê de ew êşa gelê Kurd bû, hêsrê çawên wî zarokî yên gelê Kurd e. Ewropa li hemberî wê komkujiyê bêdenge û sê meymûnan dilîze.”

Li ser navê Partiya Komunîst a Elmanyayê Serhat Çetînkaya jî bangewazî kir: “Rûsya û Îran li dijî Kurdan bûne yek, wexta dibêjin ku alîkariyê bidin hîn zêdetir pêşiya Erdogan wedikin. Dixwazin Tirkiyê ji cihên Kurdan ên ku dagirkirine derxînin. Divê em hemû ji bo Rojava bibin yek û zêdetir piştgiriyê bidin.”

Hevserokê KON-MED Tahir Koçer ku bi girseyê re dimeşiya axaftinek pêşkêş kir. Di axaftinê xwe de diyar kir ku Erdogan hewl dide carekî din DAÎŞ’ê bihêz bike û wiha domand: “Lê belê êdî wekî berê nîne, Kurd pir bihêztirin. Tiştekî din heye ku ji bîr kirine; hesab nakin ku gelê Kurd vê heta dilopa dawî ya xwîna xwe berxwe bide. Ew xak ya me ye û emê heta dawiyê wê biparêzin.”

Meşa ku heta saetên êvarê dom kir bi mîtîgekî ku li Potsdamerplatzê pêk hat bi dawî bû. Di mîtîngê de jî Xemgîn Bîrhat ji girseyê re Konserek da.