Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Berlîn, Hambûrg û Bordeaûxê çalakiyên ji bo Şengalê

Li bajarên Berlîn û Hambûrgê yên Elmanyayê û li bajarê Bordeaûx ê Şengalê gefên hikumeta Iraqê ya li dijî Şengalê hate protestokirin.

BERLÎN

Li Berlînê gefên li ser Şengalê hate protestokirin. Kurd û dostên wan saet di 16.30’an de hatin ba hev û ji bo xwedîlêderketina gelê Şengalê dest bi meşê kirin. Çalakgeran diyar kirin ku ew ê li dijî van gefên li dijî Şengalê li ber xwe bidin.

Gel heta Kotbûsser Torê bi sloganên ‘Bijî berxwedana Şengalê’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ meşiyan.

 

HAMBÛRG

Li banga NCDK Hambûrg û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî ji bo piştgiriya Şengalê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakî li Sternschanzeyê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Huseyîn Ararat axivî û got, “Civaka Êzidî dixwaze li Şengalê bi îradeya xwe bijî. Kesên li dijî fermana di sala 2014’an de dengê xwe nekirin, mafê wan tune li ser civaka Êzidî ya li wir tiştekî bibêjin. Civaka Êzidî dixwaze bi hêza xwe, xwe biparêze.”

Ararat diyarkir ku ev êrîş bi daxwaza dewleta Tirk tê kirinb û armanca dewleta Tirk ev e ku hemû Kurdistanê dagir bike.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî ciwanan peymana qirêj a li ser gelê Şengalê protesto kirin.

Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li trênan belavok belav kirin û piştre li Place de la Vîctorîeyê belavokeke bi Fransî xwendin. Ciwanan pankarta ‘Şengal ne bi tenê ye, alayên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.