Li ber Konsolosxaneya Tirk a li Osloyê çalakî hatin lidarxistin
Kurdistaniyên li Osloyê dimînin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Hewlêr, Silêmaniyê û hevkariya PDK'ê şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Osloyê dimînin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Hewlêr, Silêmaniyê û hevkariya PDK'ê şermezar kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Norwêcê ya Osloyê dimînin, ji bo şermezarkirina êrîşa çekdarî ya li dijî Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê ku Nûnerê KNK’ê yê Başur Denîz Cevdet Bulbun lê hatibû qetilkirin, li ber Konsolosxaneya Tirk hatin cem hev.
Di çalakiya ku ji aliyê Komîteya Tevgera Azad a Norwêcê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK-Oslo) ve hat organîzekirin, Nûnerê KNK'ê yê Norwêcê Seîd Sanandaçî, endama YNK'ê ya Osloyê Avîn Mecîd, Hevserokê Tevgera Azad a Ewropayê ya Norwêcê Omer Emînî û Hevseroka NCDK-Osloyê Rozerîn Algunerhan axaftin kirin.
Nûneran êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlên Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê şermezar kirin.
Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd wê bi mezinkirina berxwedanê û misogerkirina yekîtiya xwe bersivê bide van êrîşan.
Di çalakiyê de bênavber dirûşmên: "Tirkiye ji Kurdistanê dekeve”, “Terorîst Erdogan", "Bijî Kurdistan", "Jin Jiyan Azadî", "Solidaritet med Kurdistan" û "Bimre Îxanet" hatin berzkirin.