Li Bellizona û Nurnbergê civîna gel: Em bi berxwedanê bi ser dikevin
Li Bellizona û Nurnbergê civînên gel hatin lidarxistin û banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê hat kirin.
Li Bellizona û Nurnbergê civînên gel hatin lidarxistin û banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê hat kirin.
Li Kantona Ticino ya Swîsreyê civîna gel hat lidarxistin. Civîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DEM-KURD) hat lidarxistin. Di civînê ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.
Di civînê de Siyasetmedar Mehmet Ronahî axivî û pêvajo nirxand. Ronahî diyar kir ku Rojhilata Navîn ketiye pêvajoya nûkirinê û Tirkiye jî bi taybet xwstiye bi guherîna xeta enerjiyê daxilî pêvajoyê bibe lê li derveyî pêvajoyê hatiye girtin. Ronahî bal kişand bi ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser destkeftiyên gelê Kurd û wiha got: “Dewleta Tirk li hember têkoşîna gelê Kurd lawaz bûye û êdî nikare pêvajoya berê dubare bike. Derbeyên giran li dijminê ku bi berxwedana gerîla ji aliyê fîzîkî û derûnî ve têk çûye hatin xistin. Tevî vê yekê, di encama berxwedana mezin a gelê Kurd a li Kurdistan, Tirkiye û li dinyayê, dewleta TIrk paşde gav avêt. Vê jî bi awayekî eşkere nîşanî me da ku em bi têkoşînê serkeftinê bibdest dixin. Heger Kurdên ku li her çar aliyên dinyayê dijîn berxwedaneke giştî pêşkêş bikin, wê gavê em dikarin bi ser bikevin. Ji bo têkoşîna giştî, divê serê ewil em ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî werin ba hev. Di vê çarçoveyê de hewce ye ku em bi giştî beşdarî meşa 16’ê Mijdarê ya Kolnê bibin. Heger em destê Rêbertî xurt bikin, wê demê em ê bi ser bikevin. Berxwedan dê ji me re serkeftinê bîne.”
Piştî axaftinê gel axivî û êrîşên li ser şaredariyên DEM Partiyê şermezar kirin û berxwedana gelê Kurdistanê silav kirin.
Civîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” bi dawî bû.
NURNBERG
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyê jî, li DTKM’yê civîna gel hat lidarxistin û Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok wek axêver beşdar bû. Gok anî ziman ku Rêber Apo ev 26 sal e li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîd û îzolasyoneke giran de tê girtin. Gok anî ziman ku ji bo şikandina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî, sala borî 9’ê Cotmehê bi gavavêtina dostên Kurdan pêngavek hat destpêkirin û got: “Di çarçoveya vê pêngavê de dê 16’ê Mijdarê li bajarê Kolnê bi beşdariya bi hezaran Kurdistanî û dostên wan dê meşeke mezin bê lidarxistin. Ji bo azadiya Rêber Apo divê em wê rojê jiyanî bidin rawestandin û beşdarî meşê bibin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.