Li Baselê piştgiriya ji bo pêngava azadiya Abdullah Ocalan: Fikir nayên hepskirin!

Rêxistinên ji Afrîka, Ewropa, Amerîkaya Latîn û Asyayê di konferansa Modernîteya Demokratîk a li Baselê de li hev civiyan, piştgiriya xwe ya ji bo pêngava "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ragihandin.

Konferansa ku li bajarê Basel ê Swîsreyê ji aliyê Akademiya Modernîteya Demokratîk ve bi şîara “Hunera Azadiyê – Rêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kolektîf” hat organîzekirin di roja xwe ya duyemîn de berdewam kir.

Ji Ewropa, Afrîka, Amerîkaya Latîn û Asyayê gelek sazî beşdarî konferansa ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hat lidarxistin bûn. Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêyên çareseriya krîzê û perspektîfên çareseriyê tên nîqaşkirin. Her wiha bi konferansê tê xwestin ku valahiya navbera tevgerên civakî yên li parzemînên cuda bê dagirtin, perspektîfên hevpar bêne berfirehkirin û xetên berxwedanê yên stratejîk bêne avakirin.

DIVÊ JIN BIBIN PÊŞENG

Di beşa piştî nîvro ya konferansê de ku danê sibehê bi atolyeyên li ser mijarên cuda dest pê kir, ji aliyê Komîteya Jin a Esîl a Akademiya Modernîteya Demokratîk ve rûniştinek hate lidarxistin. Di rûniştina ku dîroka têkoşîna Tevgera Jinên Kurd hate ravekirin de nîqaşên girîng a li ser çima pêwîstî bi rêxistinbûna jinê û mîsyona pêşengiya jinê heye, hatin kirin. Di rûniştina ku li ser rêbazên rêxistinbûyîna jinan nîqaşan hatin meşandin de girîngiya pêşxistina têkoşîna jinan a navneteweyî hate destnîşankirin. Di rûniştinê de pirsgirêkên kûr ên modernîteya kapîtalîst û zîhniyeta baviksalarî li ser jinê afirandiyejî  hate nîqaşkirin û girîngiya avakirina têkoşîna hevpar û qadên hevpar ên berxwedanê yên li dijî vê pergalê hate destgirtin.

TECRÛBEYÊN ŞAREDARIYÊN HERÊMÊNÎ YÊN LI BAKUR HATIN NÎQAŞKIRIN

Piştî rûniştina jinan, panela bi sernavê "Li Bakur avakirina xweseriya demokratîk - ezmûn û raman" hat lidarxistin. Di panela ku Hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û aktîvîstê Kurd Tûncay Ok weke qiseker beşdar bûn, li ser tecrubeyên şaredariyên herêmî yên li bajarên Bakurê Kurdistanê û polîtîkayên qeyûman ên dewleta Tirk axaftin hatin kirin.

PIŞTGIRIYA JI BO PÊNGAVÊ HAT RAGIHANDIN: JI OCALAN RE AZADÎ

Danê êvarê rêxistinên Afrîka, Ewropa, Amerîkaya Latîn û Asyayê ku di Konferansa Modernîteya Demokratîk a Baselê de li hev civiyan, daxuyaniyeke çapemeniyê dan û piştgirî dan kampanyaya "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke hevpar hatibû destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku kampanya di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza  "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”hatiye destpêkirin, wiha hat gotin: "Em weke gelên ji parzemîn û welatên cuda piştgiriya xwe ji bo vê kampanyayê radigihînin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Rêberê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Abdullah Ocalan di sala 1999’an de di encama komploya navneteweyî de bi awayekî bêhiqûqî hate girtin. Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê tê girtin, 3 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin. 32 mehin tu agahî jê nayê wergirtin.

Bi milyonan Kurd birêz Ocalan wekî nûnerê xwe yê rewa qebûl dikin. Di navbera salên 2013-2015’an de di pêvajoya diyaloga navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de Abdullah Ocalan muxatabê bingehîn bû.

FIKIR NAYÊN HEPSKIRIN!

Di vê çerçoveyê de tecrîda ku îro li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin, di heman demê de israra di çaresernebûna pirsgirêka Kurd de ye. Em hêzên ku li parzemînên cuda xwe birêxistin kirine, paradîgmaya modernîteya Demokratîk a Birêz Ocalan weke çavkaniyeke girîng a îlhamê dibînin.

Paradîgmaya Abdullah Ocalan a li ser bingeha azadîxwaziya jinê, ekolojî û demokrasiya radîkal ji bo berxwedana gerdûnî û derbaskirina modernîteya kapîtalîst perspektîfeke çareseriyê ya girîng e.

Weke kesên ku ji parzemîn û welatên cuda hatine cem hev em piştgiriya xwe ya ji bo kampanyaya azadiya Ocalan radigihînin û dibêjin: Fikr nayên hepskirin! Anha ji Ocalan re azadî.”