Li Baselê ji bo girtiyên nexweş çalakiya azadiyê

Li Baselê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş çalakiyek hat lidarxistin.

Li Claraplatz a bajarê Basel ê Swîsreyê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa Elmanî: "We dizanibû ku dewleta Tirk girtiyên siyasî dikuje?" li kêleka pankartê wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Hat xwestin ku girtiyên nexweş ên giran bên berdan û demildest bên tedawîkirin.

Di daxuyaniya hevpar a Elmanî a Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Partîzan, Dem Kurd, Bîr-Kar, ÎDHF û Sekna şoreşger a Proleter de ev yek hatin qeydkirin:

"Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji her temenî bi deh hezaran jin û mêr û zarok jî ji ber fikrên xwe yên siyasî û xebatên siyasî di girtîgehan de ne. Her wiha li kesên ku bi biryara dadgehê hatin cezakirin cezayên dîsîplînê tên dayîn. ji ber ku cezayên wan qediya be jî, bi hincetên herî sivik tên cezakirin.

Gelek girtiyên şoreşger ên siyasî ku zêdeyî 30 sal in di zindanan de tên ragirtin û roja berdana wan hatiye, bi van kiryaran di girtîgehan de tên ragirtin. Dewleta faşîst bi hişmendiyeke eşkere a tolhildanê tevdigere, armanca wan tunekirina şoreşgeran e. Rewşa girtiyên nexweş ku hejmara wan 600’î re derbas dike, mînaka zilmê ye. Gelek girtiyên siyasî yên ku bi gelek raporên bijîşkan diyar kirin ku ne mimkûn e di girtîgehê de bimînin, bi raporên nexweşxaneyê hatine belgekirin û heta bi biryarên Lijneya Tiba Edlî ku divê ji bo dermankirin û xilasbûnê bên berdan, tenê ji ber fikrên xwe yên siyasî, tenê ji ber ku li dijî dewleta faşîst in, heta kêliya mirinê di girtîgehê de tên girtin û piraniya wan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin.”

Her wiha di daxuyaniya hevpar de zext û êşkenceya rejîma mêtinger a faşîst a li dijî sosyalîstên ku di 27’ê Sibatê de li Îzmîr û Stenbolê di bin êşkenceyê de hatin binçavkirin hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniya bi zimanê Elmanî de wiha hat gotin: “Ev êrîşên ku beriya 8’ê Adarê Roja Têkoşîna Jinan hatin kirin, bê guman li ser serhildana têkoşîna azadiya jinan û têkoşîna jinan a li dijî êrîşên mêr-dewletê ne. Ev êrîşên binçavkirinê yên beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê pêk hatin, bi armanca astengkirina xebatan e."

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.