Li Baselê dagirkeriya Tirk a li Rojava hate protestokirin

Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Basel ê Swîsreyê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li ser banga Komîteya ‘Şerê li dijî Rojava rawestînin’ bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Messeplatezê kom bûn, pankarta bi nivîsa ‘Ji bo Rojava rabe ser piyan’ vekirin, dest bi meşê kirin.

Di meşe de tim dirûşmên ku li dijî firotina çakan ên dewletên Ewropa ya ji bo Tirkiyeyê hate qîrkirin û li pêşiya avahiya Parlementoya Kantonê ya li Markplatzê mîtîngek hate kirin.

Di mîtîngê de enternasyonalîstên çûbûn Rojava rewşa dawî ya li Rojva vegotin û bang li hemû hêzên demokrasiye kir û gotin: “Xwedî li berxwedana Kurdan a li Rojava derbikevin.”

Di axaftinan de bal kişandin di ser î de dewleta Swîsre û hemû dewletên Ewropa yên çek difiroşin Tirkiyeyê û bazirganiya çakan dikin dibin hevkarên dagirkerî û qetlîaman.

Çalakî piştî axaftinan û şûnde bi dawî bû.