Li Baselê ciwanan Cejna Vejînê pîroz kirin

Li bajarê Baselê TCŞ'ê û ciwanên aktivîst ên TEKO-JIN'ê Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê pîroz kirin.

Aktivîstên Tevgera Ciwanê Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer di salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de li bajarê Baselê ya Swîsreyê bi pankarteke ku bi otobanê ve daleqandin cejna vejînê pîroz kirin.

Bi pira rajor re li gel xetîreyan pankarta bi nivîsa, ''Ji 15'ê Tebaxê Heya Cenga Heftanînê, Heta Serkeftinê Bi Hev Re Serhildan'' hate daleqandin.

Ciwanan piştî ku  bi dirûşmeyan gotin, ''Bi hev re serhildan'' û ''Bjî Serok Apo'' ji qadê veqetiyan.