Li Basel û Saarbrûkenê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarê Basel ê Swîsre û li bajarê Saarbrûcken ê Elmanyayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li Baselê ya ku paytexta Swîsreyê ye, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Baselê (NCDK-Basel) şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Bîranîn bi axaftina Komîsyona Malbatên Şehîdan û deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre sînevîzyon hate nîşandan. Di merasîmê de Hevserokê NCDK-Basel û li ser navê Platfroma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re axaftin hate kirin û wiha hate gotin; “Îro li beramberî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin, faşîzm hilweşiyaye. Ev serketin mîrateya şehîdên me ya ji kevneşopiya berxwedanê tê. Têkoşîna dayikên Laçik Spî jî parçeyek ji vê berxwedanê ye.”

Xizmên şehîdan jî axivîn û merasîma bibîranê bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

SAARBRÛCKEN

Li bajarê Saarbrûcken ê Elmanyayê jî şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û sînevîzyon hate nîşandan.

Hevserokê Meclîsa NCDK Dexîl Îbrahîm serketina berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê pîroz kir.

Li ser navê komîsyona malbatên şehîdan Zero Dêrsim jî axivî û sekna bi rûmet a  berxwedêrên çalakgerên greva birçîbûnê silav kir.

Hevseroka NCDK Saarbrûcken Zekiye Agirman jî got; “Divê em li ser rêya şehîdan bimeşîn. Êdî divê ji bo ku şehadet çênebin divê gelê Kurd seferber bibe.”

Merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.