Li Barcelona û Madrîdê ji bo Rojava çalakî hate kirin

Li paytexta Katalûnya Barcelona û paytexta Spanya Madrîdê ji bo Roja Rojava ya Cîhanê çalakî hate kirin.

Li paytexta Katalûnya Barcelonayê ji bo 2^yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê meşeke girseyî hate kirin. Meş ji navenda bajarê Barcelonayê destpê kir. Meş li pêşiya dikana fermî ya tîma F.C Barcelonayê mîtîngek lidar xist. Di mîtngê de êrîş û qirkirinên dewleta Tirk hate vegotin û banga xurtkirina piştevaniya bi Rojava re hate kirin.

MADRÎD

Bi tevlîbûna 200 kesî jî li paytexta Spanya Madrîdê ji bo Roja Rojava ya Cîhanê çalakiyek hate kirin. Girseya li pêşiya Wezareta Karê Derve kom bûn, navê 50 şervanên li Rojava şehîd bûne bi dengê bilind xwendin. Di çalakiyê de deklerasyonek ji 10 daxwazan pêk tê ku xîtabî hêzên navneteweyî tê kirin jî hate xwendin.