Li Barcelona Newroz hate pîrozkirin
Bi tevlîbûna enternasyonalîst û gelê Kurd li çiyayê nêzî Barcelona bi dadana agir Newroz hate pîrozkirin.
Bi tevlîbûna enternasyonalîst û gelê Kurd li çiyayê nêzî Barcelona bi dadana agir Newroz hate pîrozkirin.
Bi tevlîbûna komeke enternasyonalîst û gelê Kurd li paytexta Katalonya Barcelona Newroz hate pîrozkirin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û stranên bi Kurdî hatin gotin.
Welatiyan li dorî agirê hatî dadan bi dirûşman govend gerandin.
Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ dawî bû.