Li balafirgeha Malpensayê li dijî dagirkeriyê çalakî hate kirin

Li balafirgeha MAlpensa ya Îtalyayê li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk çalakiyeke ya protestoyê hate kirin.

Li balafirgeha Malpensa ya duyemîn balafirgeha mezin a Îtalyayê ye, endamên Sendîkeya CÛP û Komteya Kurd hevpar çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

Çalakvanan li pêşiya buroya Rêya Hewayî ya Tirk (THY) pankartên li dijî şer hildan, bi axatinên Îtalî, Tirkî û Îngilîzî hate kirin, bal kişand ku di êrîşên dewleta Tirk de bi çekên kîmyewî sivîl hatine qetilkirin û hate gotin ku ev sûcê şer e.

Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku rêwî berê xwe nedin Tirkiyeyê.