BI DÎMEN

Li Balafirgeha Parîsê ciwanên çalakger hatin binçavkirin

Ciwanên ku ji bo balê bikişînin ser êrîşên dagirkeriyê li Balafirgeha Parîsê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin, bi provokasyona nijadperestên Tirk hatin binçavkirin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ciwanên Kurd çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.

Ciwanan pankarta bi nivîsa 'Rojava biparêzin', wêneyên Rêber Apo, alên YPG û YPJ'ê li nava balafirgehê hildan û li dijî dewleta Tirk û ji bo silavkirina berxwedana Rojava dirûşm qîriyan. Ciwan li provokasyona faşîstan rast hatin ku ji balafira ji rêwiyên Tirk peya bûn.

Li ser vê yekê polîs hatin cihê çalakiyê û çalakger binçav kirin. Çalakger birin qereqolê.