Li balafirgeha Parîsê çalakiya bêîteatiya sîvîl hat lidarxistin

Endamên TCŞ’ê bi astengkirina Rêhewayên Tirk ên li Balafirgeha Charles de Gaulle ya Parîsê, polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Fransa Parîsê li Balafirgeha Charles de Gaulle çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist.

Ciwanan bi rêya Rêhewayên Tirk (THY) nêzî 40 deqeyan deriyê firîna Stenbolê girtin û di şexsê şîrketa THY de tecrîda dewleta Tirk a faşîst a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Ciwanan destnîşan kirin ku heta bi Abdullah Ocalan ê ku zêdeyî 2 sal û nîv in tu agahî jê nayê girtin, hevdîtin neyê kirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin û gotin, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi pêwîst be em ê bikin."

Ciwanan bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bersiv dan hewldanên ewlekariyê yên astengkirinê û çalakiya xwe bi dawî kirin.