Li balafirgeha Goteborgê çalakiya bêîteatiya sivîl

Li balafirgeha Landsvetter a li bajarê Goteborg ê Swêdê, ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk çalakiyeke bêîteatiya sivîl hate kirin.

Kurd tevî dostên xwe roja Yekşemê li balafirgeha Landsvetterê ya bajarê Goteborgê li hev kom bûn û çalakiyek li dar xistin.

Çalakgeran dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava şermezar kirin û bang li gelê Swêdê kirin ku tûrîzm û malên Tirk boykot bikin.

Çalakî bi banga Komîteya Rojava pêk hat û der barê armanca çalakiyê belavok li rêwiyan hatin belavkirin.

Di belavokan de hate gotin, "Armanca Erdogan a ji dagirkirina Rojava ne tenê paqijiya etnîkî ya li dijî Kurdan, Êzidî û Asûriyan e. Di heman demê de dixwaze pêşî li avakirina sîstemeke demokratîk, ekolojîk, pirrengî û ekolojîk a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bigire."