Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn, Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê Mehdî Şakir Ebdî û siyasetmedarê Kurd Hisên Çawis hatin bibîranîn.

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ê ku di 27’ê Gulanê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê Mehdî Şakir Ebdî (Polat Herekol) yê ku di 27’ê Tîrmeha 2016’an de li Qamişloyê di êrîşê de şehîd bûbû û siyasetmedarê Kurd Hisên Çawis ê di qezayekê de şehîd bûbû, hatin bibîranîn.

Bibîranîn li Eywana Mala Gel a Medyayê hate lidarxistin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi helwesta xwe ya bi rûmet rejîma faşîst têk birine û bal hate kişandin ser vî tiştî ku heman ruhê berxwedanê îro li Heftanînê didome.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, ya li ser têkoşîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’e Kasim Engîn û Polat Herekol hate nîşandan. Bibîranîn bi slogana ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.