Li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê Newroz hate pîrozkirin

Li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê pîrozbahiya Newrozê ya ku şevê din dest pê kirî îro jî dewam kir.

Bi sedan kes tevlî pîrozbahiya li kampa Lavrîo bûn ya ku penaberên Kurd lê dijîn.

Pîrozbahiya ku di saetên nîvro de bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Li ser navê Navenda Çandê ya Kurdistanê Bûrhan Karakoç axaftina destpêkê kir.

Karakoç Newroza ku bi dîroka mîtolojîk û girîngiya wê ji bo kurdan nirxand, Newroza Gelê Kurd û ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz kir.

Piştî axaftinên pîrozbahiyê bi şahiyê berdewam kir.

Koma Koroyê stranên Newrozê strandin û şanoya efsaneya Kawayê Hesinkar hat pêşkêşkirin.

Pîrozbahî piştî pêxistina agirê Newrozê bi girtina dîlanê û dirûşmeyan berdewam kir.