Li bajarê Borlangê greva birçîbûnê hate destpêkirin
Li bajarê Borlangeyê yê Swêdê ji bo du rojan greva birçîbûnê hate destpêkirin û bang hate kirin.
Li bajarê Borlangeyê yê Swêdê ji bo du rojan greva birçîbûnê hate destpêkirin û bang hate kirin.
Li bajarê Borlange yê Swêdê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, ji bo du rojan greva birçîbûnê hate destpêkirin.
Endamên meclîsa şaredariyê ya Partiya Çep a Swêdê Emma Ryden û Velîde Çîçen jî di nav de 17 kes tevlî çalakiyê bûn.
Çalakgeran bang li raya giştî ya Swêdê kirin û xwestin bila zextan li dewleta Tirk bikin.
Çalakgeran belavok belav kirin û dosye dan endamên partiyan.