Li Atînayê xwepêşandana li dijî tundiya polîsan
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, li dijî tundiya polîsan bi hezaran kes daketin qadan. Di xwepêşandanê de çalakger û polîs bi hev ketin.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, li dijî tundiya polîsan bi hezaran kes daketin qadan. Di xwepêşandanê de çalakger û polîs bi hev ketin.
Li Atînayê, êvara Sêşemê nêzî 5 hezar kes li dijî tundiya polîsan daketin qadan û çalakiya protestoyî kirin.
Komeke ji sedan kesên rûpêçandî jî berê xwe da qereqola Nea Smyrnî û hingî bi polîsan re şer qewimî.
Taxa navborî weke cihekî aram tê dîtin, lê belê roja Yekşemê ciwanekî ji taxê di dema kontrola polîsan a vîrûsa koronayê de bû hedefa lêdana polîsan a bi ço. Dîmenê vê yekê jî li medya dîjîtal hate weşandin.
Tundiya polîsan bû sedem ku bi hezaran kes dakevin qadan. Di xwepêşandanê de çalakgeran bi kevir û molotof kokteylan bersiv dan polîsan. Polîsan bi TOMA û bombeyên gazê dest li çalakgeran werdan. Her wiha derdora deh konteynirên çopê hatin şewitandin.
Li gorî agahiyan, di dema çalakiyê de 3 polîs birîndar bûne. Nehat zanîn ku ji xwepêşandêran kes birîndar bûye yan na.
Dozgeriyê ragihand ku ji bo lêkolînkirina "bûyerên krîmînal ên gengaz ku ji aliyê polîsan ve hatibin kirin" dest bi lêpirsînê kiriye. Polîsan jî dest bi lêkolîneke navxweyî kirin.