Li Atînayê Newroz bi coş hate pîrozkirin
Li Atînayê Cejna Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Li Atînayê Cejna Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Kurdistanî û dostên xwe yên li qada 1’ê Gulanê (Platia Protomagias) ya li paytexta Yewnanistan Atînayê li hev civiyan, bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan Cejna Newrozê pîroz kirin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Atînayê di şahiyê de daxuyaniyek da û got: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji hemû deman nêziktir bûye. Di vê pêvajoyê de divê hemû Kurd, bi yatbetî jî jin û ciwanên li Ewropayê dijîn bi ruhê Newrozê têkoşîna xwe bi xurttir bidomîne.”
Di şahiyê de stranên berxwedanê hatin vekirin, govend hate gerandin û peyamên berxwedanê hatin dayîn. Her wiha Peyman Arjîn û Bîlal Poyraz weke hunermend derketin ser dikê û bi stranên xwe coşa şahiyê geştir kirin.
Di şahiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin.
Şahiyê heya saetên derengî bi coşeke mezin berdewam kir.