Li Atînayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd mîtîng hat lidarxistin
Çalakgerên bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Atînayê hatin ba hev, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan, êrîşên dagirkeriyê û qirkirinê protesto kirin.
Çalakgerên bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Atînayê hatin ba hev, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan, êrîşên dagirkeriyê û qirkirinê protesto kirin.
Li Atînayê ku paytexta Yewnanistanê ye, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîng hat lidarxistin.
Li ber sirûda Çerxa Şoreşê bi deqeyekê rêz hat girtin û êrîşên dagirkeriyê û qirkirinê hatin protestokirin.
Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Erkan Erencî ku tev li mîtîngê bû, bi Yewnanî axivî û got ku divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê pêkanîn.
Li mîtîngê dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bi can, bi xwîn em bi te re ne Ey Serok’’ û ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ hatin berzkirin.