Li Amsterdamê pirtûkên Abdullah Ocalan hatin nasandin
Tevgera Ciwanên Kurd li pêşangeha pirtûkan a li Amsterdamê bi armanca nasandina pirtûkên Abdullah Ocalan û amûrên derheqê çanda Kurdî stand vekirin.
Tevgera Ciwanên Kurd li pêşangeha pirtûkan a li Amsterdamê bi armanca nasandina pirtûkên Abdullah Ocalan û amûrên derheqê çanda Kurdî stand vekirin.
Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê li paytexta Hollanda Amsterdamê li pêşangeha pirtûkan hatin gel hev û ji bo paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girseyê re ragihînin û çanda Kurdî bidin nasîn stand vekirin.
Di standê de pirtûkên Abdullah Ocalan ên ku bi zimanên cuda hatine wergerandin û amûrên derheqê çanda Kurdî hatin pêşkêşkirin.
Her wiha ciwanan bi kesên têkildar re nîqaşan kirin.