Li Îtalyayê meşvanên meşa dirêj li zanîngeha Bolognayê bûn
Çalakgerên meşa dirêj a ku 20’ê Gulanê li bajarê Mîlano yê Îtalyayê li dijÎ tecrîdê hatibû destpê kirin û 26’ê Gulanê çalakî bidawî bûbûn, li Zanîngeha Bolognayê civînek lidarxistin.
Çalakgerên meşa dirêj a ku 20’ê Gulanê li bajarê Mîlano yê Îtalyayê li dijÎ tecrîdê hatibû destpê kirin û 26’ê Gulanê çalakî bidawî bûbûn, li Zanîngeha Bolognayê civînek lidarxistin.
Xwendekar û bi dehan kes beşdarî civînê bûnû di civînê de balhate kişandin li ser pêvajoya berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê, şkandina tecrîdê û girîngiya dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di civînê de pêşketinên siyasî yên li Kurdistanê jî hate nirxandin û li qada navnetewî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk hate teşhîrkirin û banga boyotkirinê hate kirin.