Li Îtalyayê hevdîtinên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd

Li Îtalyayê hevdîtinên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan didom in.

Li Îtalyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hevdîtinên bi şaredariyan re berdewam dikin.

Li bajarokê Rîgnano Flamînîoyê di bin sêwana Baroya Enformasyon a Kurdistanê de delegasyonek bi Serokê Şaredariyê Fabîo Dî Lorenzî re civîya.

Serok û heyetê, li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, têkoşîna Kurd û zextên dewleta Tirk niqaş kirin.

Serokê Şaredariyê soz da ku wê li ser agahiyên heyetê dayî, xebatên cuda bide destpê kirin.

Heman demê hate diyarkirin ku ji bo Hemwelatiya Birûmet a ji bo Ocalan, wê di rojên pêş me de wê li cîvîna meclîsê biryarê bidin.

Pirtûk û brûşûrên ku heyetê bi xwe re birîn jî dan serokê şaredariyê û endamên meclîsê.