Li Îtalya û Fransayê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Li paytexta Îtalya Roma û bajarê Marsîlya û Montpellîer ên Fransayê dagirkeriya Tirk a li Rojava hate protestokirin.

Çalakiyên protestokirina dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Ewropayê dewam dike.

ÎTALYA

Li paytexta Îtalya Romayê xwendekarên Zanîngaha Sapîenza li dijî dagirkeriya Rojava çalakiyek kirin. Xwendekarên li Zanîngeha Sapîenza ya ku li ser mijara bê ka çima welatên Ewropayê ji bo rawestandina şer nakevin tevgerê gotûbê jirin, bruşor û belavok belavkirin.

FRANSA

Li bajarê Montpellîer û Marsîlya yên Fransa Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di çalakiyan de bal hate kişandin ser qetilkirina zarokan a ji aliyê dewleta Tirk ve û êrîş şermezar kirin.