Di çalakiyan de berxwedana gel a li Rojhilatê Kurdistanê dom dike jî hate silavkirin.
BREMEN
Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga Komîteya Rojava Biparêzin’ li Bahnhof Vor Platzê hatin ba hev bi meşekê piştevanî dan Rojava. Di meşê de gelek belavok hatin belavkirin. Her wiha bi dirûşman firotina çekan a Elmanyayê ji bo Tirkiyeyê jî hate protestokirin. Meş bi mîtîngekê ya li pêşiya Parlementoya Eyaletê hate kirin û şûnd bi dawî bû.
BONN
Li çalakiyekê ya li bajarê Bonn ê Elmanyayê piştevaniya Rojava hate kirin û berxwedana gel a li Rojhilatê Kurdistanê hate silavkirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Kaîser Platezê hatin êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û hate gotin yekane rêya Erdogan û Rûhanî derxistinê azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekîtiya netewî ya Kurd e. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.
FRANKÛRT
Bi mîtîngekê ya li pêşiya HBF’ê ya Frankfûrtê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê hate protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmên li dijî şer û alên YPG/YPJ’ê hatin hildan.
MUNÎH
Li Munîhê jî Meclîsa Jinê ya Sara û PYD Munîh standa agahdarkirinê dan. Di çalakiyê de xwedî li Berxwedana Rûmetê ya li Rojava hate derketin û li standê ji bo boykotkirina berhemên Tirkî agahdarî hate dayîn.
FREÎBÛRG
Li Freîbûrg a Elmanyayê jî bi mîtîngekê ya Kurdistanî û dostên wan amade bû êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê hate protestokirin. Çalakî li Qada Alte Synagoge hate kirin û di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana YPG’ê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.