Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li 4 bajarên Swîsreyê ji bo xwedî derketina li Şengalê çalakî kirin

Li bajarên Bîel, Zurîh, Solothûrn û Lozan ên Swîsreyê bi çalakiyên hatîn lidarxistin, gefên hikumeta Iraqê yên li dijî Şengalê protesto kirin.

Li dijî ihtimala gef û êrîşên hikumeta Iraqê yên li dijî Şengalê, bi banga lezgîn a KCDK-E û TJK-E’yê ya tevlîbûna çalakiyan, di seatên êvarî de li Kurdistaniyên li bajarên Bîel, Zurîh, Solothûrn û Lozan ên Swîsreyê derketin qadan.
BÎEL


Li ber Stasyona Trenê ya Navendê ya li bajarê Bîelê çalakiyek hate lidarxistin. Pankartên bi nivîsa, “Niha dema parastina mafên gelê Şengal û şoreşa Rojava ye”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG, YPJ hilgirtin.
Li ser hev li dirûşmeyên li dijî peymana dagirkeriyê ya hikumeta Iraqê ya bi hevkariya dewleta Tirk a li ser Şengalê berz kirin. Çalakiya ku nêzî nîv seatê dom kirî, bi dawî bû.
SOLOTHÛRN

Kurdistaniyên li ber stasyona trenê ya navendê çalakî kirîn, hewldanên dagirkeriyê yên li dijî Şengalê protesto kirin.

LOZAN


Bi heman armancê li bajarê Lozanê li ber Kilîseya St Laûrentê, li bajarê Zurîhê jî li ber stasyona trenê ya Schîllîrenê çalakiyek lidar xistin.