Li 5 bajaran dewleta Tirk hate protestokirin -HATE NÛKIRIN

Darbeya siyasî ya AKP û MHP’ê ya li dijî HDP’ê, desteserkirina şaredariyan û êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê li bajarê Bremen, Stûttgart û Viyanayê hatin protestokirin.

BREMEN

Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê darbeya AKP û MHP’ê hate protestokirin. Di çalakiyê de belavok hate xwendin û hate diyarkirin ku divê êrîşên faşîzan ên li ser sazî û kesên mûxalif were sekinandin. Nûnerên gelek saziyên Elewî tevlî çalakiyê bûn.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê li Laûtenscglagerê êrîşê dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn.

Di çalakiyê de posterê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kasim Engîn ê ku êrîşa hewayî de şehîd bûbû, wêneyê Bariş Çakarê di êrîşa nijadperest de hatibû qetilkirin jî hate hildan.

VIYANA

Li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê jî faşîzma AKP û MHP’ê hate protestokirin. Di çalakiyê de Darbeya siyasî ya AKP û MHP’ê ya li dijî HDP’ê, desteserkirina şaredariyan û êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakgeran bal kişandin ser faşîzma AKP û MHP’ê.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin û Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn hate bibîranîn.

Kurdistanî saet di 18’an de li Qada Vîeûx Portê hatin ba hev, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, YPG, YPJ, TJK-F û TCŞ’ê hildan.

DEEN  HAAG

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê Kurdistanî li pêşiya Parlementoya Hollandayê hatin ba hev û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku hikumeta AKP û MHP’ê li Tirkiyeyê piştgiriya nefretê dike.